Bagera Raiyê pir bilez nêzîkî Filipînan dibe

Bagera Raiyê pir bilez nêzîkî Filipînan dibe

Hat ragihandin, bagera Raiyê pir bilez nêzîkî rojhilatê başûrê Filipînan dibe.

Di nûçeya CNNê da hat diyarkirin, leza bayê ber bi Filipînan rabûye, di saetê da gihîşt 215 kîlometreyê û ev yek beramberî pileya 4an a Pîvana Bahozê ya Saffir-Simpsonê ye.

Navenda Hevbeş a Hişyariya bagerê texmîn kir ku leza bayê dibe ku di saetê da bigihêje 260 kîlometreyî ku ev, beramberî pileya 5an a bahozê ye.

Buroya Meteorolojiyê ya Fîlîpînan PAGASAyê jî ragihand, heta sibeha roja din tavî dê wer, li giravên Mindanao û Visayasê baran dibe ku bibe sedema lehiyê.

Li gorî nûçeya malpera The National Newê, bi hezaran kesên li herêmên qeraxê dijîn, malên xwe terikandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE