Bajarê Mizdeyê yê ku li başûrê rojavayê Trablûsê dikeve eşkere kir ku di têkoşîna li hemberî milîsên Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt da, ew piştgiriyê dide hikûmeta Libyayê.
Di daxuyaniya nivîskî ya bi şirîkatî ku mohra rû spiyên bajêr û Konseya Herêmî ya Mizdeyê li bin bû da hat gotin ku di têkoşîna li hemberî milîsên Xelîfe Hefter da ew piştgiriyê didin artêşa Libyayê û hikûmeta meşrû ya di bin serokatiya Fayîz es-Serrac da ye.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku bajarê Mizdeyê hertim li dijî wan êrîşên serhildêr ên ku komên milîs ên girêdayî Xefter di serî da Trablus li gelek bajarên Libyayê birin serî ne.
Bajarê Mizdeyê li ser xeta bajarê Terhûneyê ye ku milîsên Xefter wek navenda çek û îkmalê bikar tînin cih digire û ji ber vê jî cihekî girîng e.
AA