Bajarê Volnovahayê ji ber şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê bû kavil

Volnovahaya ji 18 herêmên Donetskê yek e ji 11ê adarê vir va di destê hêzên Ûris û qaşo rêvebirya cudaxwaz a li Donetskê da ye. 

Bajarê Volnovahayê ji ber şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê bû kavil

Bajarê Volnovahayê ya li ser Donetska Ukraynayê ji ber şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê ya di 24ê sibatê dest pê kir, xirab bû.

Volnovahaya ji 18 herêmên Donetskê yek e ji 11ê adarê vir va di destê hêzên Ûris û qaşo rêvebirya cudaxwaz a li Donetskê da ye. 

Bajarê ku 22 hezar kes lê dijîn ji ber ku şaxên rêvebiriyê lê ye ji 24ê sibatê vir va rastî êrîşên herî tund tê. 

Di roja 4emîn a şer da bajêr hema bibêje zirareke gelekî mezin dît, di nav hefteyekê da jî xisar gihîşt ji sedî 90ê avahiyan.

Ji ber bombeyên ku hatine avêtin binesaziya bajêr xirab bûye, hema hema hemû avahî hatine terkkirin ku Volnovaha bûye kavil.

"Min hewl da kurê xwe biparêzim"

Natalya Terpegoryevaya ji êrîşan sax filitiye serpêhatiyên xwe yên li Volnovahayê ji nûçegihanê AAyê ra got.

Terpegoryevayê got di 25-26ê sibatê da li bajêr şer xurt bû û ew nikare bibêje ka çi hatiye serê wan.

Terpegoryevayê got gel di qatên binî da xwe ji êrîşan vedişart û wiha axivî: "Mala cînarê me hat hilweşandin. Me qey got mala me rastî êrîşê hat. Nebê bombe 10 mêtro drî mala me ketiye. Qata binê ya mala me dihejiya. Min hewl da kurê xwe biparêzim. Ji ber dengê bombeyan guhên min dixitimîn."

"Ji ber dengê bombeyan guhê min kerr bû"

Aleksandr Kulişenko jî got ji ber mayîneke li Volnovahayê teqiya eqrebayekî wan miriye û wiha axivî: "Ji ber teqînê darek welgeriya, derê malê perçe bû, pace şikestin. Guhê min ê rastî kerr bû. Heke qedera me destûrê bide em sax bimînin em êbijîn. Çareyeke me ya din tune."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE