Balafira eskerî ya Ûris li Behra Spî ji radarê derket û winda bû

Hat daxuyandin ku di balafirê da 15 eskerên Ûris hene.

Balafira eskerî ya Ûris li Behra Spî ji radarê derket û winda bû

Balafireke leşkerî ya Rûsyayê li Behra Spî ket. Di Bûyerê de 15 leşkerên Rûsyayê mirin.

Wezareta Parastinê Ya Rûsyayê ragihand ku, balafira wan, ji aliyê Sîstema Pastina Asîmanî ya Sûriyê ve hatiye xistin.

Li gorî daxuyaniyê, Jetên Israîlê yên ku li êrîş dibirin ser Lazkiyeyê, balafira ku ketiye ji bo parastina xwe wek mertalê bi kar anîne.

Her wiha wezaretê ragihand ku, Israîlê deqeyekê beriya ku li Lazkiyê operasyonê bike, Rûsya agahdar kiriye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, helwesta Israîlê wek provokasyonê nirxand û got: “Mafê me heye ku em hemû tevdîran bigirin.”

Tê ragihandin ku, sedema ketina balafira Rûsyayê, operasyona Israîlê ya li ser Lazkiyê ye ku hin tesîsên Pîşesaziyê bombe dikirin.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE