Li Florîdayê balafira şer a Raptor a F-22 ya Hêzên Asîmanî ya Amerîkayê ket.
Hat diyarkirin ku Raptor F-22ya ji balafirên herî pêşketî yên di envantera Amerîkayê da demek kurt piştî ku ji baregeha asîmanî ya Eglînê ya li Florîdayê rabû ket.
Hat diyarkirin ku pîlotê balafira ku 19 kîlomêtro dûrî baregehê ket xilas bû û der barê sedema balafirê da lêpirsîn hat destpêkirin.
Balafirên F-22 ku maliyeta yek ji wan 150 milyon dolar e balafira herî biha a envanterê artêşa Amerîkayê tê zanîn.
Amerîka van balafiran nafroşe welatên din.AA