Balafirgeha Hewlêrê ya ku bû hedefa êrîşên roketê ji nû va ji bo seferan hat vekirin

Balafirgeha Hewlêrê ya ku bû hedefa êrîşên roketê ji nû va ji bo seferan hat vekirin

Hat ragihandin ku li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ya ku bi roketan êrîş birin serê seferan ji nû va dest pê kir.

Midûrê Balafirgeha Hewlêrê Ehmed Xoşyar civîneke çapemeniyê li dar xist û got ku demildest piştî êrîşên bi roketê yên dijî balafirgehê ji bo ewlehiya rêwiyan duh bi şev bi saeta herêmî ji saet 22.00ê pê va hemû sefer hatin rawestandin.

Xoşyar got ku seferên balafirê yên ku 14 saet navber danê di saet 12.00ê da bûn wekî berê û balafirgeh ji nû va ji bo seferan hat vekirin.

Wezareta Karên Navxweyî ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihandibû ku duh bi şev êrîşî Balafirgeha Hewlêrê ya ku eskerên Amerîkayê lê bi cî bûne û bajêr kirin, di êrîşê da kesek hat kuştin û 9 kes birîndar bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE