Balafirên Ûris li Îdlibê cihê bazarê xist

Balafirên şer ên Ûris li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê êrîşî cihê bazarekê kir û li gor tesbîtên ewil 17 sivîl hatin kuştin

Balafirên Ûris li Îdlibê cihê bazarê xist

Balafirên şer ên Ûris li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê êrîşî cihê bazareke navçeya Marratînnûmanê kir û li gor tesbîtên ewil 1 jê xebatkarê parastina sivîl 17 sivîl hatin kuştin.

Balafirên şer ên rejim û Rûsyayê êrîşî navçeya Marratînnûmanê ya Îdlibê, bajaroka Bidamayê û gundên Kenbbîne û Tel Mennişê kirin.

Midûrê Parastina Sivîlan (Kumspî) Mistefa Hac Ûsiv daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku serê sibê li navçeya Marratînnûmanê êrîşa esmanî birin ser cihê bazarekê û li gor tesbîtên ewil 1 jê xebatkarê parastina sivîl 17 sivîl hatin kuştin, bi dehan sivîl birîndar bûn.

Li navçeyê xebatên lêgerîn û xelaskirinê yên Parastina Sivîlan dewam dike û fikara ku hejmara miriyan zêde bibe heye.

Di nav 24 saetên dawîn da di êrîşên esmanî yên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê hatin kirin da 34 sivîl hatin kuştin.

Mala çavdêriya balafiran a mixalifên eskerî jî ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê êrîşî navçeya Marratînnûmanê kirin.

- Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"

Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn. 

Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Kazakistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin. 

Rejima Esed û piştgirên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbest binpê kir û bi êrîşên xwe va 553 hezarî zêdetir sivîl ji cî warên wan kirin. 

Tora Sûriyeyê ya ji bo Mafên Mirovan (SNHR) daxuyandibû ku Beşşar Esed û piştgirên wê êrîşên ku di navbera 26ê nîsanê û 12ê tîrmehê da li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê kirin da 157 jê zarok, 111 jê jin bi tevahî 606 sivîl hatin kuştin.

Dîroka nûkirinê: 23 Tîrmeh 2019, 16:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE