Balafirên şer ên Ûris li Îdliba bajarê Sûriyeyê kampa perwerdeyê ya mixalifên mutedîl xist, gelek esker hatin kuştin.
Li gor çavkaniyên mixalif ên eskerî li Duveyliya gundê Îdlibê hêzên Şam a Feylakuşê yên girêdayî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ASA) ji esman rastî êrîşê hatin.
Di vê êrîşê da gelek esker hatin kuştin..
Çavkaniyan got balafirên şer ên Ûrisan êrîş kiriye.
- Rewşa li Îdlibê
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Humsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin.
Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê.
Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo xurtkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.
Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiyê herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.
Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê adarê da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.
Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîl ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.
AA