Balafirên şer ên Rus li Îdlibê sivîlan xist: 16 kuştî

Balafirên şer ên Rus li Marretmisrîna bajaroka Îdlibê êrîşî kesên ku spartine çewlikeke mirîşkan û 16 sivîl kuştin.

Balafirên şer ên Rus li Îdlibê sivîlan xist: 16 kuştî

Balafirên şer ên Rus li Marretmisrîna bajaroka Îdlibê êrîşî kesên ku spartine çewlikeke mirîşkan û 16 sivîl kuştin.

Li gor mala çavdêriya balafiran a mixalifên eskerî, balafirên şer ên Rus li gor saeta Tirkiyeyê dora saet 03.30î êrîşa esmanî bir ser bajaroka Marretmisrînê.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Parastina sivîlan (Kumspî) hat hildan, di bombebarandinê da ji sivîlên ku bê mal mabûn û xwe spartibûn çewlikeke mirîşkan, jê 16 kes hatin kuştin, 18 kes birîndar bûn.

Ekîbên Parastina Sivîlan birîndar sewqî navendên tenduristiyê kirin û li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin.

- Guh nedan peymanên Astanayê û mitabaqata Soçiyê

Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da bajarê Îdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Xumsê, li paytextê Şamê Xûteya Rojhilat û herêmên başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkêkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsyayê li Soçiyê ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn. Di 17ê îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da li Soçiyê mitabaqat hat îmzekirin û ji mitabaqatê vir va rejim û Rûsya êrîşên xwe didomîne û ji gulana 2019an vir va ji bo ku herêmê hemû bi dest bixe ji bejayê va operasyon da destpêkirin.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar di 10ê gulana 2019an da daxuyanî dabû û bal kişandibû ku ûnsurên rejimê ji 6ê gulanê pê va ji bejayê va dijî başûrê Îdlibê herekat da destpêkirin.

Rejim û piştgirên wê ji vê dîrokê pê va gelek navçeyên mezin ên Îdlibê; li başûr û başûrê rojhilata Îdlibê, li deverên çiyayî yên bakur û rojhilata Hamayê û li deverên çiyayî yên başûr û rojavayê Helebê gelek niştewar bi top û êrîşên esmanî va bi dest xistin.

Di 17ê îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da li Soçiyê mitabaqat hat îmzekirin û ji mitabaqatê vir va di êrîşên rejim û piştgirên wê da dora 2 hezar sivîlan can da. Ji rêbendana 2019an vir va jimara kesên ku koç kirin nêzî 2 milyonan e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE