Balafirên şer ên Rus li Halepê li 2 nexweşxaneyan xist

Balafirên şer ên Rus di êrîşên esmanî yên ku li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê dibe ser cî û waran da 2 nexweşxane kirin hedef.

Balafirên şer ên Rus li Halepê li 2 nexweşxaneyan xist

Balafirên şer ên Rus di êrîşên esmanî yên ku li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê dibe ser cî û waran da 2 nexweşxane kirin hedef.

Li gor mala çavdêriya balafiran a mixalifan, balafirên şer ên Rus li Îdlibê bajaroka Kefrenbîlê, gundên Bsankol, Musîbîn, Erbaîn, Ramî û Hasê û li deverên çiyayî yên rojavayê Halepê jî li navçeya Daret Îzzeyê, bajaroka Etarîbê û gundê Tukadê xist.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Parastina Sivîlan (Kumspî) hat hildan, balafirên şer ên Rus di bombebarandina Daret Îzzeyê da nexweşxaneyên Fîrdews û Kînanayê kirin hedef.

Di êrîşê da herdu nexweşxane hatin xerabkirin û nema tên xebitandin, bekçiyekî nexweşxaneyê jî birîndar bû.

Tê ragihandin ku, hêzên rejima Beşşar Esed ku bi piştgiriya Rûsyayê perçeyekî devera çiyayî ya Rojavayê Halepê bi dest xist, ji bo ku rêya Efrîn û Îdlibê bi dest bixe, wê ber bi Daret Îzzeyê here. Heke ku ber bi Daret Îzzeyê here jî dibe ku êrîşên esmanî yên Rus dibin ser navçeyê, zêdetir bibin.

- Peymanên Astanayê û mitabaqata Soçiyê hatin binpêkirin

Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Bi koça navxweyî va nifûsa navenda Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Türkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da bajarê Îdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Halepê), bakurê bajarê Xumsê, li paytextê Şamê Xûteya Rojhilat û herêmên başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkêkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê.

Piştî êrîşên hêzên rejimê Türkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn. Di 17ê îlona 2018an da di navbera Türkiye û Rûsyayê da li Soçiyê mitabaqat hat îmzekirin û ji mitabaqatê vir va rejim û Rûsya êrîşên xwe didomîne û ji gulana 2019an vir va ji bo ku herêmê hemû bi dest bixe ji bejayê va operasyon daye destpêkirin.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar di 10ê gulana 2019an da daxuyanî dabû û bal kişandibû ku ûnsurên rejimê ji 6ê gulanê pê va ji bejayê va dijî başûrê Îdlibê herkat da destpêkirin.

Rejim û piştgirên wê ji vê dîrokê pê va digel navçeyên mezin ên wek Kefrenbûde, Xan Şeyxûn, Maraatînûman, Seraqibê; li başûr û başûrê rojhilata Îdlibê, li deverên çiyayî yên bakur û rojhilata Hamayê û li deverên çiyayî yên başûr û rojavayê Helebê gelek niştewar bi top û êrîşên esmanî va bi dest xistin.

Di 17ê îlona 2018an da di navbera Türkiye û Rûsyayê da li Soçiyê mitabaqat hat îmzekirin û ji mitabaqatê vir va di êrîşên rejim û piştgirên wê da ji 1800î zêdetir sivîlan can da. Ji rêbendana 2019an vir va jimara kesên ku koç kirin û hatin nêzî sînorê Türkiyeyê derket milyonek û 794 hezar kesan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE