Balafirên şer ên Îsraîlê li Xezeyê xistin

Balafirên şer ên Îsraîlê li Xezeyê xistin

Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşa asîmanî bir ser herêmeke çandiniyê ya li başûrê Xezeyê.

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji çavkaniyên li herêmê wergirt, balafirên şer ên Îsraîlê bi roketê li herêma çandiniyê Qerare ya bajarkê Xan Yûnisê ya li başûrê Xezeyê xistin.

Piştî ku artêşa Îsraîlê daxuyand, êvara yekşemê ji Xezeyê guleyeke roketê ber bi herêmeke rexberî sînorê Xezeyê hat agirkirin û ji hêla pergala parastina asîmanî "Qubeya Hesinî" hat xistin, êrîşa navborî hat kirin.

Der heqê wê yekê da agahî nehat dayîn ku ji ber êrîşê kuştî û birîndar hene an na.

Êrîşa ku Îsraîlê îdia kir, hê ji komên li Xezeyê kesî hilnedaye ser xwe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE