Balafirên şer ên Îsraîlê şeveqa sibê êrîşên tund birin ser navendên ewlehiyê yên hêzên berxwedana Filistînê yên li Xezeyê û baregehên polêsan.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, balafirên şer ên Îsraîlê di nav çend deqîqeyan da bi dehan bombe avêtin başûr, bakur û naverasta Xeta Xezeyê û gelek dever kirin hedef.
Li gor gotinê ev çend roj in êrîş tên kirin, lê êrîşên ku vê sibehê hatin kirin ji hemûyan tundtir bûn û li ser aqûbeta êrîşan hê tu agahî nehat bidestxistin.
Lêbelê li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Navxweyî hat dayîn, Îsraîlê di van êrîşan da li bajêr hemû navendên polêsan û baregeh kirine hedef.
AA