Balafirên şer ên Îsraîlê êrişî Xezeyê kirin

Balafirên şer ên Îsraîlê êrişî Xezeyê kirin

 Balafirên şer ên Îsraîlê li Xeta Xezeêrîş birin ser kozikeke Lîwayên Îzedîn Qesam a baskê eskerî yê Hamasê ye.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê hildan balafirên şer ên Îsraîlê li başûrê bajarê Xezeyê kozikeke Lîwayên Îzedîn Qesam bi balafiran dan ber bombeyan.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji ser hesabê Twitterê ya artêşa Îsraîlê da hat gotin ku balafiran cihê Hamasê yê çek lê tên çêkirin berteref kir.

Di berdewamiya daxuyaniyê da hat ragihandin ku ji alî Xezeyê va balonên şewatok hatine şandin û Îsraîlê jî wek bersiv ev êrîş li dar xist.

Hamasê der barê bûyerê da heta niha tu daxuyanî neweşand.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE