Balafirên şer yên Îsraîlê dest bi xistina Xezeyê kir

Balafirên şer yên artêşa Îsraîlê li Xezeyê dest bi xistina hedefên Tevgere Cîhada Îslamî kir.

Balafirên şer yên Îsraîlê dest bi xistina Xezeyê kir

Artêşa Îsraîlê der barê operasyonê da daxuyanîyeke nivîskî da û wiha got: "Balafirên me yên şer li Xezeyê dest bi xistina hedefên Tevgere Cîhada Îslamî kir."

Artêşa Îsraîlê serê sibê êrîşî mala Beha Ebûl Atayê ji fermandarên Seriyeyên Qudsê ya şaxa Cîhada Îslamî ya li rojhilatê Xezeyê kiribû. Di êrîşê da Beha Ebûl Ata hatibû kuştin.

Piştî mirna Ebûl Ata ji Xezeyê ber bi Tel Avîv û gelek bajarên Îsraîlê yên din roket hatibûn avêtin.

Ji ber êrîşên roketan li Tel Avîv û gelek herêmên li başûr mekteb hatibûn tetîl kirin.

Ji hêla din Îsraîlê îro serê sibê êrîşî mala Ekrem Acuriyê endamê Buroya Siyasî ya Tevgere Cîhada Îslamî ya li Şama paytextê Sûriyeyê kiribû û di êrîşê da kurê Acurî hatibû kuştin.

Dîroka nûkirinê: 12 Mijdar 2019, 16:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE