Alec Baldwin lîstikvanê bi nav û deng ê ji Amerîkayê di dema kişandina fîlmê da sîlaha di destê xwe da agir kir, di encama agirkirinê da kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.
Li gor xeberên medyaya Amerîkayê yên Ofêsa Şerîfê Herêma Santa Feyê wekî çavkanî nîşan dan, li seta fîlma "Rust" a li New Mexîcoya eyaleta Amerîkayê qeza çêbû.
Baldwin di beşeke filmê da sîlaha hişkeber agir kir, Halyna Hutchinsa derhênera dîbariyê ya 42 salî û Joel Souzayê derhênerê 48 salî birîndar bûn.
Hutchins bi firkeyê ji dewsa bûyerê birin nexweşxaneyê û mir.
Souzayê rakirin nexweşxaneyeke din jî hê tê dermankirin.
Berdevkê Baldwin jî daxuyanî da û diyar kir ku sîlaha hişkeber hat agirkirin û bûyer ji qezayê pêk tê.
Rayedarên ewlekariyê li ser sîlahê lêkolînê dikin.
AA