Balyozê Tahranê yê İngiltereyê Rob Macaîre li Tahranê beşdarî merasima bîranînê ya ji bo kesên di balafira Ukraynayê ya ketibû da mirin hat lidarxistin bû û li wir axivî. Macaîre ji ber vê axaftina xwe hat binçavkirin û paşê hat berdan.
Li gor nûçeya Tesnîma ajansa nûçeyan a Îranê, Balyozê Tahranê yê İngiltereyê Rob Macaîre li ber Zanîngeha Emir Kebîrê beşdarî merasima ji bo qurbaniyên balafira Ukraynayê bû.
Di merasimê da dijî rejimê dirûşme hatin berzkirin û hat îdiakirin Macaîre "çalakiyên radîkal û tudraw çêdike, gel li hemberî rejimê sor dike".
Macaîre bi vê îdiayê hat binçavkirin û piştî çend saetan hat berdan.
AA