Balyozxaneya Amerîkayê û yên hin welatên din paşve gav avêtin û daxuyandin ku ew girêdayî xala 41em a Peymana Viyanayê ne

Balyozxaneya Amerîkayê û yên hin welatên din paşve gav avêtin û daxuyandin ku ew girêdayî xala 41em a Peymana Viyanayê ne

Balyozxaneya Amerîkayê û yên hin welatên din paşve gav avêtin û daxuyandin ku ew girêdayî xala 41em a Peymana Viyanayê ne. Li gor xala 41em a ku der heqê têkiliyên dîplomatîk da ye, dîplomat li gor qanûn û nîzamên welatên ku lê ne, tevdigerin.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê Twitterê yê Balyozxaneya Enqereyê ya Amerîkayê hat dayîn da wiha hat gotin, "Li ser pirsên ku der barê daxuyaniya 18ê cotmehê da hatin pirsîn, Amerîka piştrast dike ku ew girêdayî xala 41em a Peymana Viyanayê ya li ser Têkiliyên Dîplomatîk e."

Balyozxaneyên Enqereyê yên Kanada, Fînlandiya, Danîmarka, Hollanda, Swêd, Norveç û Zelandaya Nû jî ku daxuyaniya Osman Kavala îmze kiribûn jî daxuyaniya Amerîkayê ya li ser Twitterê retweet kir.

Di xala 41em a Peymana Viyanayê da wiha tê gotin, "Heke dewletekê kesek qebûl kiribe, wezîfeya wî kesî ye ku li gor qanûn û nîzamên wê dewletê tevbigere. Her wiha wezîfeya wî kesî ye ku tevlî karên navxweyî ya wê dewletê nebe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE