Balyozxaneya Dubaiyê ya Amerîkayê ji bo êrîşên terorê yên dibe werin kirin hişyarî da welatiyên xwe yên li welatê kendavê.
Di daxuyaniya li ser malpera Balyozxaneyê da hat destnîşankirin ku raporên dibêjin dibe ku li welatên kendavê komên terorîst êrîşî welatiyên Amerîkayê bikin ji welatiyan xwestin ku baldar bibin.
- Balyozxaneya Riyadê ya Amerîkayê jî welatiyên xwe ji bo êrîşê hişyar kiribûn
Di daxuyaniya li ser malpera Balyozxaneyê Riyadê ya Amerîkayê ya duh li ser medyaya civakî hatibû weşandin da jî hişyarî dabûn welatiyan û gitobûn dibe ku bi teyareyên mêrov û fuzeyê êrîş were kirin ji ber vê bira baldar bin.
Di daxuyaniyê da hatibû gotin ku dema dengê sîrenê an jî teqînê dibihîzin demildest têkevin sîper û kozikan û qala tevdîran kiribûn.
AA