Banga ji bo Myanmarê

Ji bo tundiya li Myanmarê banga “Dadgeha Navneteweyî” hat kirin

Banga ji bo Myanmarê

Serokê saziya raçavkirina komkujiyan Gregory Stanton, ji bo tundiya li Myanmarê banga mehkemeya navneteweyî kir. Serokê saziyê stanton got; hin general li dijî misilman û xelkên din kampanyaya komkujiyê dikin. Divê ev general li dadgeha navneteweyî bên darizandin.

Li New Yorkê, Konferansa Navneteweyî ya Berpisiyarî û Parastinê ya li Myanmarê hat lidarxistin.

Di roja yekem a konferansê de akademîsyenan di panelan de li ser îxlalên li dijî mafên mirovan ên li Myanmarê xeber dan.

Serokê Saziya Raçavkirina Komkujiyê Gregory Mason Stanton ji ber tundiya li Myanmarê banga mehkemeya navneteweyî kir.

Stanton got hin general li dijî misilmanên Arakan, Karaçîn, Şanli û komên din kampanyaya komkujiyê dikin. Divê ev general ji civakê bên dûrxistin û ji bo seyahatê destûr neyê dayîn.

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 09:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE