Saziyên sivîl ên li Rihayê piştî nimêja nîvro operasyona li ser Îdlibê protesto kir. Nûnerên saziyan dibêjin xelkê Îdlibê di têngasiyê de ye û ji bo alîkariya mîrovî bang li xêrxwazan kirin.
Bertekên li dijî êrîşa rejîma Esed û Rûsyayê ya li ser Îdlibê dewam dikin.
Saziyên sivîl ên li Rihayê bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan-ÎHH’ê protestoyek li dar xist.Rihayî bi pankart û dirûşman bertek nîşan dan.
Serokê Weqfa Alîkariya Însanî Behçet Atilla di daxuyaniyê de bang li xêrxwazan kir û got; xelkê Îdlibê li benda alîkariyê ye.
Dîroka nûkirinê: 11 îlon 2018, 16:11