Bankeya Dinyayê ji bo aşiya Kovîd-19ê 12 milyar dolar tesdîq kir

Bankeya Dinyayê ji bo aşiya Kovîd-19ê 12 milyar dolar tesdîq kir

Di daxuyaniya Bankeya Dinyayê da hat gotin armaca wan ew e ku bi fînansmanê va piştgiriyê bidin kêmzêde milyarek meriv werin aşîkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku dibê merivên li welatên pêş dikevin dijîn bi rihetî bigihîjin aşiya vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) bi paketa fînansê piştgiriyê didin welatên pêş dikevin ku bi hevkarên navneteweyî ra têkevin kordinasyonê xwe ji bo aşiyê amade bikin û tengasiya fînansê nekişînin.

Di daxuyaniyê da cî dan fikr û ramanên Davîd Malpassê Serokê Bankeya Dinyayê û wiha hat gotin: "Anaxtara guherandina pêvajoya pandemiyê ew e ku aşiyên tesîrdar û baş werin dîtin û bi sîstama bellavkirinê ya baş werin temînkirin, ji bo welatên gelekî di tesîra vîrusê da man rabin ser piyan û werin ser hemdê xwe ev ê alîkariyê bide."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE