Bapîrê Serokê Komelê bertek nîşanî ziyareta Serkonsolosxaneya Hewlêrê ya Fransayê da

Bapîrê Serokê Komelê bertek nîşanî ziyareta Serkonsolosxaneya Hewlêrê ya Fransayê da

Elî Bapîrê Serokê Partiya Civaka Îslamî Ya Kurdistanê (Komel) ya li Iraqê bertek nîşan da ku heyeteke ji Meclisa Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ki bo "piştgiriyê" çûbû Serkonsolosxaneya Hewlêrê ya Fransayê û got, "Piştgiriya didin Fransayê tê wê meneyê ku piştgiriyê didin heqareta li Pêxember û Îslamê hat kirin."

Bapîrê Serokê Komelê di bernameya Şeva Mewlûdê ya partiya xwe da daxuyanî da û bertek nîşanî Meclisa HKIyê ya ji bo piştgiriyê Serkonsolosxaneya Hewlêrê ya Fransayê ziyaret kir da.

Bapîr destnîşan kir ku li Fransayê gelek kirîz û pirsgirêk hene, Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê dibê kirîzan çareser bike lêbelê hê jî kûr dike.

Bapîr bal kişand ku Fransa û yên wekî wê difikirin ji berê va êrîşî Îslamê û Hezretî Mihemed dikin, ev êrîş gelek caran hatin dubarekirin lêbelê tu carê quweta wan negihîşt ku baweriya Mislimanan zeyîf bixin.

- "Derdê kesên Serkonsolosxaneya Fransayê ziyaret kirin ew e ku bi tenê xwe derxin pêşiyê"

Serokê Komelê got kesên xwe wekî şopînerên Îslam û Mislimantiyê didin nasîn dibê di vê pêvajoyê da bêdeng nemînin û pêxember û dînê xwe biparêzin.

Bapîr ziyareta "piştgiriyê" ya heyeteke ji Meclisa HKIyê duh çûbû Serkonsolosxaneya Hewlêrê ya Fransayê bi tundî rexne kir û wiha pê da çû:

"Derdê kesên Serkonsolosxaneya Fransayê ziyaret kirin ew e ku bi tenê xwe derxin pêşiyê. Dibêjin ku; em piştgiriyê didin Fransayê. Piştgiriya didin Fransayê tê wê meneyê ku piştgiriyê didin heqareta li Pêxember û Îslamê hat kirin. Ji ber vê van kesan bi vê tevgera xwe va şik anîne ser Mislimantiya xwe. Lewra welatek li pêxember û dînê we heqaretê dike hûn jî piştgiriyê didin wî welatî."

- Ji Meclisa HKIyê ziyareta Serkonsolosxaneya Hewlêrê ya Fransayê

Heyeteke ji Meclisa HKIyê duh ji bo piştgiriyê çûbû Serkonsolosxaneya Hewlêrê ya Fransayê lê ji ber daxuyaniyê Fransayê alema Îslamê bertekê nîşanî Fransayê dide.

Heyeta di seroktiya Hemîn Hewramiyê Alîkarê Serokê Meclisa HKIyê da çûbû ziyaretê û parlamenterên partiyên siyasî jî tevlî heyetê bibûn.

Piştî ziyaretê Hewramî daxuyanî da bû, ji bo Fransaya ji ber daxuyaniyên dijî Îslamê alema Îslamê bertekê nîşan dide peyama piştgiriyê dabû.

Di daxuyaniya xwe da Hewramî gotibû: "Bi vê serdanê me spasiya xwe ya ji bo Fransa û gelê wê careke din anî ziman, me xwest piştgiriya em didin hikûmeta Fransayê û raya giştî nîşan bidin û biryardariya ku em dixwazin ji bo pêşvebirina têkiliyên di navbera xwe da jî nîşan bidin û me bi vê mebestê serdan kir."

Hewramî diyar kiribû ku sekna fermî ya Meclisa Herêma Kurdistanê nûnertiya Meclisê û Serokatiya Meclisê dike, piştgiriya ew didin Fransayê wê dewam bike û gotibû ku Fransa jî piştevaniya dide Herêma Kurdistanê wê bidomîne. Di axaftina xwe da jî Hewramî gotibû: "Em hemû daxuyaniyên cudakar ên hevkarî û xweşbîniya di nav me da ji bo xwe dike hedef, şermezar dikin."

- Nûnertiya Fransayê ya Herêma Kurdistanê li ser bertekan peyama piştgiriya Fransayê dikir jê bir

Nûnertiya Fransayê ya Herêma Kurdistanê peyama ku wek piştgirî bo Fransayê weşandibû piştî bertekên ku alema Îslamê ji ser medyaya civakî nîşan da, jê biribû.

Nûnertiya Fransayê ya Herêma Kurdistanê di 26ê Cotmehê da ji ser hesabê xwe yê Twîtterê wêneya li serê alayên Fransa û Herêma Kurdistanê û peyama "Em bi hev ra hê bêtir xurt in" bi zimanê Îngilîzî, Fransî û Kurdî weşandibû.

Gelek Kurdên ji Iraqê ji ser medyaya civakî bertek nîşanî peyama ku piştgiriyê dida Fransaya li Hezretî Mihemed û Misilmanan heqaret tê kirin, dan. Piştî bertekan jî ew peyam hat rakirin.

Nûçegihanê AAyê der barê mijarê da bi hin rayedarên Herêma Kurdistanê ra xeberda lê wan der barê mijarê da tiştek negotin.

Nûnertiya Fransayê ya Herêma Kurdistanê li Parîsa paytextê Fransayê ye û girêdayî Ofîsa Têkîliyên Derva ya rêveberiya Hewlêrê ye.

- Ji 25 parlementeran bo şermezariyê danezan

Li Herêma Kurdistanê ji partiyên cihê 25 parlementeran danezaneke ku daxuyaniya Emmanuel Macron ê Serokomarê Fransayê yê dijî Îslamê dabû, şermezar dike weşandin.

Danezana ku 25 parlementeran mohra xwe li binî xistibûn gihîşt ber destê Konsolosxaneya Fransayê ya li Hewlêrê.

Di danezanê da ji rayedarên Fransî hat xwestin ku bila ew bi hev ra jiyînê biparêzin, rêzê nîşanî nirxên pîroz ên mirovan bidin û kesên mensûbên olên din in neêşînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE