Barzanî bangî veberhênerên biyanî kir

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî veberhênerên biyanî dawetî Iraq û HKIyê kir.

Barzanî bangî veberhênerên biyanî kir

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî veberhênerên biyanî dawetî Iraq û HKIyê kir.

Li gor daxuyaniya ofîsa Serokatiya HKIyê Barzanî li avahiya fermî ya li Hewlêrê bi Wezîrê Plankirinê yê Iraqê Sabah Dileymî ra hat bal hev.

Di hevdîtinê da Barzanî got ku "Em veberhênerên biyanî dawetî Iraq û HKIyê dikin. Teşwîqkirina veberhênerên biyanî, hêsaniyên ji bo wan û ji bo wan derxistina firsendên baş niha û di pêşerojê da di nav pêşaniyên me da ne."

Barzanî diyar kir ku rewşa aboriya welêt li gor berê di asteke çêtir da ye û got ku divê birêvebiriya darayiyê ji nû va bê verastkirin û di vê mijarê da pêngavên bi tesîr bên avêtin.

Barzanî û Dileymî der barê serjimariya tê plankirin ku sala bê li Iraqê bê kirin da li ser hevkarî û kordînasyona birêvebiriyên Bexda-Hewlêrê da fikrên xwe bi hev ra parve kirin.

Di hevdîtinê da herwiha budçeya sala 2020an û Mûsil di serî da li ser pêngavên ku ji bo ji nû va avakirina herêmên man bin tesîra terorê da tên avêtin sekinîn.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 îlon 2019, 16:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE