Barzanî federalbûna herêmê derxist pêş

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî: "Piştî vî qasî ya girîng ew e ku Bexda fêm bike ku HKI li gor makezagona Iraqê herêmeke federal e"

Barzanî federalbûna herêmê derxist pêş

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir, kîngê hikûmeta navendî ya Iraqê îdraq bike ku HKI herêmeke federal e, pirsgirêk wê demê wê çareser bibin. 

Li bajarê Hewlêrê seba kabîneya wezîran a ku di sala 2013an da ava bû, merasima xatirxwestinê hat lidarxistin û Barzanî di merasimê da axivî, li ser geşedanên 5 salên dawîn sekinî.

Barzanî diyar kir ku di dewra vê kabîneya wezîran da DEAŞa rêxistina terorê derket, hikûmeta navendî ya Iraqê budçeya HKIyê birî, bihayê neftê gelek erzan bû û tengasiyên mezin hatin kişandin û wiha dewam kir, "4-5 salên dawîn ne tenê ji bo min, ji bo me hemûyan dijwar bû, lê em bi hev ra xebitîn û ser ketin. Me krîz jî derbas kir."

Barzanî daxuyand ku li gor wî li Iraqê pêvajoyeke nû dest pê kir û wiha dewam kir, "Em bi kelecan li benda têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û ji bo welatê me paşerojeke ronak in. Bi vê wesîleyê ez cardin dubare dikim, em vê yekê dixwazin ku pirsgirêkên navbera me û Bexdayê di çarçoveya makezagonê da çareser bibin."

Barzanî destnîşan kir, li Iraqê pirsgirêkên Kurdan piştî sala 2003yan derneketin holê, beriya wê jî hebûn û wiha dewam kir, "Piştî vî qasî ya girîng ew e ku Bexda fêm bike ku HKI li gor makezagona Iraqê herêmeke federal e. Divê ji bo HKIyê helwest û tevger li gor vê bin." 

Serokê HKIyê diyar kir, heke ew û Bexda di çarçoveya makezagonê da li hev bikin, hemû pirsgirêkên navbera herdu aliyan wê çareser bibin.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Tîrmeh 2019, 12:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE