Barzanî: "Hedefa Tirkiyeyê ya li Şingalê PKK ye"

Serokwezîrê HKIyê Mesrûr Barzanî anî ziman ku hedefa Tirkiyeyê ya li Şingala navçeya Mûsilê PKKya rêxistina terorê ye.

Barzanî: "Hedefa Tirkiyeyê ya li Şingalê PKK ye"

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî anî ziman ku hedefa Tirkiyeyê ya li Şingala navçeya Mûsilê PKKya rêxistina terorê ye.

Barzanî Duhokê beşdarî "Konferansa Aşitî û Ewlekariyê li Rojhilata Naverast" ya ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkan Duhokê hat lidarxistin bû û gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîr Barzanî di gotara xwe de derbarê PKKê û DEAŞa rêxistina terorê daxuyanî dan.

Di bersiva pirsa derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li Şingalê li dijî PKKê de Barzanî got, "Yên ku naxwazin Tirkiye herêmê bordûman bike, pêdivê egerekê pêşkêşî Tirkiyeyê bike."

Barzanî destnîşan kir ku hedefa Tirkiyeyê ya li Şingala navçeya Mûsilê PKKya rêxistina terorê ye û wiha got, "Ev mirov (PKK) ji ber çi li Şingalê ne? Di encamê de yên ku berdêla wê didin gelê Şingalê ne. Çimkî ew hêzên ku ji derveyî Şingalê hatine û li wêderê bicih bûne û pêdiviya li wêderê nebûna, dibin sedema vî tiştî."

Serokwezîr Barzanî bal kişand ser wê yekê jî ku DEAŞa rêxistina terorê hê jî li herêmê tehdîd e û wiha got, "DEAŞ têkneçûye. DEAŞê hinekî axa ku dagîr kiribû ji destê wê çû lê hê jî îdeolojiya DEAŞê ne qediyaye."

Barzanî destnîşan kir ku ji têkoşîna eskerî zêdetir hewl lazim e, çimkî li Iraq û Sûriyeyê hê jî bi hezaran piştevan û sempatîzanên DEAŞê hene.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2019, 17:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE