Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) yê berê Mesûd Barzanî û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê James Jeffrey hatin bal hevdu.
Li gor daxuyaniya ofîsa Barzanî Jeffrey û heyeta wî li avahiyê Barzanî ya Salahaddîna bajarokê Hewlêrê hatin pêşwazîkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin Barzanî û Jeffrey li ser rewşa herêmê, rewşa siyasî ya li Iraqê û geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê axivîn.
Hat gotin di hevdîtinê da bal li ser terorê û zirara wê ya li herêmê hat kişandin û Barzanî û Jeffrey anîn ziman ku têkoşîna dijî terorê pir girîng e.
Jeffrey di hevdîtinê da anî ziman têkoşîna dijî terorê ji bo ewlehî û îstiqrara herêmê girîng e û Amerîka jî li ser vê mijarê disekine.
Di hevdîtinê da behsa hevkariya Bexda û Hewlerê hat kirin û hat gotin divê ev dewam bike.
AA