Barzanî ji ber êrîşên dijî Tesîsa Xazê ya Kormorê komên "dereqanûnî" sûcdar kir

Barzanî ji ber êrîşên dijî Tesîsa Xazê ya Kormorê komên "dereqanûnî" sûcdar kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî der barê êrîşên dijî Tesîsa Xazê ya Kormorê ya Silêmaniyeyê yên di nav hefteyekê da sê caran bi moşekan hatin kirin da komên "dereqanûnî" sûcdar kir.

Tesîsa Xazê ya Kormorê ya ku Şirketa Dana GASê ya Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) bi rê va dibe di nav hefteyekê da sê caran bi moşekan va rastî êrîşan hat ku Barzanî der barê van êrîşan da daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Barzanî anî ziman di mehên dawîn da dijî gelê HKIyê û binesaziya welêt êrîşên terorê tên kirin û wiha got: "Tirsonekên piştî êrîşan ji ber ku baweriya raya giştî winda kirin, serî li êrîşan didin. Komên dereqanûnî şûna ku ji bo dahatûyê û ciwanan kar û baran ava bikin, bi dinyayê ra ji hêla aboriyê va bibin yek bi moşekan va êrîşî gundên me û sivîlan dikin."

Barzanî anî ziman wan telîmat daye pêşmergeyan û Wezareta Karên Navxweyî ku tesîsên neft û xazê bên parastin û ji bo vê jî hêzên teqwiye wê ji bo herêmê bê şandin.

- Êrîşên dawîn

Li Herêma Kurdistana Iraqê di demên dawîn da êrîş tên kirin.

Di 13ê adarê da Şaxa Dijî Terorê ya HKIyê daxuyandibû ku bi 12 moşekên balîstîk va êrîş hatine kirin. Artêşa Parêzvanên Şoreşa Îranê îdia kiribû ku li wir baregeha Îsraîlê heye ku ji ber vê wan êrîş kiriye.

Di 8ê hezîranê da li Hewlêrê li ser rêya Pîrmamê bi ÎHAyan va êrîş hatibûn kirin, 3 sivîl birîndar bûbûn û hin wesayîtan zirar dîtibû. Konseya Ewlehiya HKIyê daxuyandibû ku êrîş ji hêla milîsên Hizbullahê ya Iraqê va ji Kerkûkê hatine kirin.

Di 21ê hezîranê da jî moşekek avêtibûn Şeyhana navçeya Duhokê, tu kes nemiribû.

Di 22,24 û 25ê hezîranê da jî dijî Tesîsa Xazê ya Kormorê ya Silêmaniyeyê sê caran bi moşekan êrîş hatin kirin, kes nemir û birîndar nebû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE