Barzanî: "Li dijî dijminên Iraqê yên êrîşî Balafirgeha Hewlêrê kirin bibin yek"

Nêçîrvan Barzaniyê Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) diyar kir ku kesên duh êrîşî Balafirgeha Hewlêrê kirin "dijminê Iraqê" ne, dibê hemû hêzên li welêt li dijî van bibin yek.

Barzanî: "Li dijî dijminên Iraqê yên êrîşî Balafirgeha Hewlêrê kirin bibin yek"

Nêçîrvan Barzaniyê Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) diyar kir ku kesên duh êrîşî Balafirgeha Hewlêrê kirin "dijminê Iraqê" ne, dibê hemû hêzên li welêt li dijî van bibin yek.

Barzanî der barê êrîşa bi fuzeyê ya dijî Balafirgeha Hewlêrê ya eskerên Amerîkayê jî lê ne da daxuyaniya nivîskî da.

Barzanî di daxuyaniya li ser malpera Serokatiya HKIyê da destnîşan kir ku êrîş li dijî gelê HKIyê û hêzên koalisyona navneteweyî ya Amerîka pêşîkêşiyê dike hat kirin.

Barzanî diyar kir ku kesên êrîşên provokatîf dikin dijiminê Iraqê ne û wiha pê da çû:

"Hemû yekeyên Herêma Kurdistanê û Iraqê, Pêşmerge, artêşa Iraqê û Heşdî Şebî dibê dijî çalakiyên komên provokatîf bi hev ra hewl bidin. Dibê hemû hêzên Iraqê bi hev ra li dijî vn koman bisekinin û ev koman li ber qanûnan hesab bidin."

Barzanî wekî mayîn got ku piştgiriyê didin hemû gavên Mistefa Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê ji bo îstiqrar û ewlehiyê diavêje.

Wezareta Karên Navxweyî ya HKIyê duh êvarê diyar kiribû ku yekeyên Heşdî Şebiya wekî nêzî Îranê tê zanîn 6 fuze avêtin Balafirgeha Hewlêrê ya li eskerên Amerîkaya lê ne ya li Şêx Nemreya gundê Mûsilê.

Di daxuyaniyê da hatibû gotin ku fuze di ser herêma nêzî balafirgehê da ketin, di êrîşa da tu kes nemirin.

Tê îdiakirin ku komên di nav Heşdî Şebiyê da yên êrîş kirin rasterast ji Îranê fermanê distînin. Ligel vê Heşdî Şebî îdia dike ku li pişta vê êrîşî ew tunin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE