Barzanî pesnê SÎHAyên Tirkiyeyê da

Serokwezîrê HKIyê Barzanî: "Herêma Kurdistanê ne qada çalakiyên PKKyê ye û divê wisa jî nebe. Heke PKK dixwaze başiyê li herêma me bike, bila terka Herêma Kurdistanê bike."

Barzanî pesnê SÎHAyên Tirkiyeyê da

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî daxuyand hebûna PKKya rêxistina terorê ya li HKIyê ne meşru ye, dahatuya wê li vir tune û got wesayîtên bêmirov yên esmanî yên biçek (SÎHA) ên Tirkiyeyê bi hêsanî dikarin hedefên terorê tespît bikin.

Neçîrvan Barzanî der barê hebûna PKKyê ya li herêmê, rageşiya di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û êrîşên DEAŞa rêxistina terorê yên her ku diçin zêde dibin da li Hewlêrê daxuyanî da rojnamevanan.

Barzanî der barê hebûna PKKyê ya li herêmê da got hebûna wê ya li herêmê ne meşrû ye, divê rêxistin ji bo rêvebiriya Hewlêrê pirsgirêkan dernexe û wiha dewam kir: "Herêma Kurdistanê ne qada çalakiyên PKKyê ye û divê wisa jî nebe. Heke PKK dixwaze başiyê li herêma me bike, bila terka Herêma Kurdistanê bike."

Barzanî got PKK dixwaze li herêma Zînî Verteyê ya ku nêzîkî Qendîlê ye û di navbera Hewlêr û Silêmaniyê da ye dixwaze cihên kontrolê ava bike.

Barzanî anî ziman ji ber vê ev dibe hedefên Tirkiyeyê û wiha axivî: "Me ji PKKyê ra got bila terka wan herêman bike, heke neke em nikarin wan biparêzin. Hewcedariya teknolojiya Tirkiyeyê bi agahiyên ku ji PDK ûYNKyê bên şandin tune. Teknolojiya wê pir pêşvaçûyî ye û bi hêsanî dikare hedefan tespît bike."

Barzanî li ser mijara Kampa Mexmûrê ya ku rêxistin weke baregeh dixebitîne jî sekinî û wiha got, "Ji bo Kampa Mexmûrê du mijarên ji hev cuda hene. PKK kampê ji bo hin armancên xwe yên eskerî dixebitîne. Daxwaza me ji wan ew e ku mijara penaber bi fealiyetên weke eskerî û perwerdeyê ra tevlihev nekin."

- Rageşiya navbera PDK û YNKyê

Bi telîmata Serokwezîr Mesrûr Barzanî di 18ê adarê da di çarçoveya têkoşîna vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) liqeke girêdayî Wezareta Pêşmergeyan li herêma Zînî Wertê hat bicihkirin û piştra YNKyê bertek nîşanî vê yekê da û rageşî zêde bû.

Barzanî li ser vê rageşiyê jî sekinî û got ku tu pirsgirêk tuneyeke ku di navbera PDK û YNKyê da neyên çareserkirin û wiha dewam kir:

"Ji ber qayîşkêşiya ku dertê em ber bi çareseriyê diçin. Divê partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê yekîtiya xwe biparêzin û ji bo herêmê pirsgirêkan dernexin. Em ê di demeke nêz da bi Polîtburoya YNKyê ra bicivin. YNK ji bo hikûmetê şirîkê herî girîng PDKyê ye. Hêzên ku çûne Zînî Wertê girêdayî Wezareta Pêşmergeyan e. Ji bilî wan tu hêzeke biyanî li wê derê tuneye."

Barzanî bal kişand ku bûyer li ser medyaya civakî mezin kirin û wiha dewam kir, "Bûyera Zînî Wertê, tiştekî ku were mezinkirin, nîne. Tekane sedema li wê derê bicihkirina hêzê têkoşîna vîrusa koronayê ye. Piştî ku şewb xelas bibe, ew hêz jî wê li wê derê nemîne."

- Êrîşên DEAŞê

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ku rêxistina terorê DEAŞê li herêmên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê da fealiyetên xwe yên eskerî zêde kirine û wiha dewam kir, “DEAŞ îro hem bo Herêma Kurdistanê û hem jî Iraqê tehdîdeke ciddî ye. Ji Diyaleyê heta digihîje Mexmûr, Mûsil û cihên din em dibînin ku DEAŞê fealiyetên xwe zêde kirine. Me jî li dijî DEAŞê li seranserî sînorê xwe tedbîr wergirtin."

- Alîkariya tibî ya ji bo PKK/YPGyê

Barzanî piştrast kir ku Herêma Kurdistanê di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê da alîkariya tibî ji rêxistina terorê PKK/YPGya li bakurê Sûriyeyê ra şand û wiha got, "Ev temamî alîkariyeke însanî ye, eleqeya wê bi siyasetê ra tuneye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE