Barzanî û pêşengê Sunnî Helbûsî wê bi Sedr ra ser "hikûmeta nû" hevdîtinê bikin

Barzanî û pêşengê Sunnî Helbûsî wê bi Sedr ra ser "hikûmeta nû" hevdîtinê bikin

 Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî û Serokê Meclisê Mihemed Helbûsî wê di çarçoveya mizakereyên hikûmetê da bi pêşengê Tevgera Sedrê Muqteda es-Sedr ra hevdîtinê bike.

INAya ajansa fermî ya Iraqê der barê ziyaretê da nûçeyeke kin weşand.

Li gor nûçeyê Barzanî, Helbûsî û Serokê Tifaqa Serweriyê ya Sunnî ya li Meclisê Hamis Xencer ji bo ku bi pêşengê Şîe Sedr ra hevdîtinê bike, çûn Hannanaya herêma Necefê.

Li ser naveroka hevdîtinê agahiyên berfireh nehatin dayîn, li gor îdiayê sedema ziyareta Necefê ya pêşengên Kurd û Sunnî ew e ku "di pêvajoya avakirina hikûmetê da Sedr qanî bike ku ew û grûbên Şîe yên ku Îran piştgiriyê dide wan, nêzî hev bibin".

Helbûsî der barê hevdîtinê da li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got, "Di avakirina hikûmetên Iraqê da midaxaleyên dereke berê bûn." û daxuyand ku ew seba mizakereyên hikûmetê bi rê ketin.

Sedrê serkeftiyê hilbijartinê bi şertê ku dev ji Serokwezîrê berê Nûrî el-Malîkî berde, wê Çarçoveya Kordînasyonê ya saziya berhevkar a siyasî ya Şîe têxe şirîkê hikûmetê. Lêbelê saziya berhevkar a Şîe jî naxwaze ku dev ji Malîkî berde.

- Îran nikare Sedr qanî bike

Hatibû ragihandin ku Fermandarê Hêza Qudsê yê girêdayî Mihafizên Şoreşa Îranê Îsmaîl Kaanî jî seba lihevanîna Şîeyan çendek berê hat Iraqê.

Lêbelê Kaanî jî Sedr qanî nekiribû ku Malîkî jî têxe nava hikûmetê.

Kaanî duh jî çûbû Hewlêrê û bi Serokê HKIyê yê berê Mesûd Barzanî ra hevdîtin kiribû.

Barzanî ji Generalê Îranî Kaanî ra got ku ew ji bo "namzedê serokomariyê Zebarî israr dikin"  

Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) yê berê Mesûd Barzanî ji bo namzedê serokomariyê Hoşyar Zebarî israr dike.

Rojnameya "Ez-Zaman"ê ku navenda wê Iraq e, li ser hevdîtina ku Fermandarê Hêza Qudsê yê girêdayî Mihafizên Şoreşa Îranê Îsmaîl Kaanî û Barzanî duh kir, nûçeyek weşand.

Li gor nûçeyê Barzanî di hevdîtinê da ji Generalê Îranî ra gotiye ku ew ji bo namzedê serokomariyê seba Hoşyar Zebarî israr dikin.

Bi hinceta ku Zebarî di sala 2016an da wextê Wezîrê Darayiyê bû û ji ber gendeliyê ji aliyê Meclisê va hat ezilkirin, nayê xwestin ku bibe namzedê serokomariyê. Di vê çarçoveyê da duh li paytext Bexdayê grûbek aktivîstan namzediya serokamariyê ya Zebarî protesto kiribû.

Hoşyar Zebarî li Iraqê endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye û di 12ê rêbendanê da seba Serokomariya Iraqê namzediya xwe ragihandibû.

Sedr peyama "wekî mixalefet bimînin" da grûbên Şîe yên nêzî Îranê

Li Iraqê serkeftiyê hilbijartinê pêşengê Tevgera Sedrê Muqteda es-Sedr diyar kir ku ew ê bi Kurd û Sunniyan ra "hikûmeta piralî ya neteweyî" ava bike û peyama "wekî mixalefet bimînin" da grûbên Şîe yên nêzî Îranê.

Sedr ji pêşengên Sunnî bi Serokê Meclisê Mihemed Helbûsî, Serokê Tifaqa Serweriyê ya Sunniyan Hamis Xençer û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ra hevdîtin kir û piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyama xwe ya ku bi destxeta xwe nivîsiye, parve kir.

Sedr di peyama xwe da wiha got, "Terora dijî gel û şirîkan bidin sekinandin. Helwesta me ya ji bo avakirina hikûmeta neteweyî dewam dike."

Sedr bal kişand ser Çarçoveya Kordînasyonê ya saziya berhevkar a Şîeyan ku nêzî Îranê ye û got ku ew seba bi mixalefeta neteweyî ra diyalogê bikin jî amade ne.

Rêvebiriya Tehranê dixwaze ku Sedr û Serokwezîrê berê Nûrî el-Malikî, pêşengê Koalîsyona Fethê Hadî Amirî û grûbên din ên Şîe nêzî hev bibin, lê serkeftî nabe.

Sedr ji saziya berhevkar a Şîe ra dibêje "Bêyî Malikî werin" lê saziya berhevkar vê yekê red dike û ji bo ku bi Malikî ra bibe şirîkê hikûmetê, zextê dide ser Sedr.

Muqteda es-Sedr jî dixwaze bi Sunnî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ra tifaqê bike û hikûmetê ava bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE