Barzanî pêşwazî li karsazên Tirkiyeyê kir

Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî dupatî li piştevaniya xwe ya ji bo geşepêdana bazirganiyê digel Tirkiyeyê kir.

Barzanî pêşwazî li karsazên Tirkiyeyê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî dupatî li piştevaniya xwe ya ji bo geşepêdana bazirganiyê digel Tirkiyeyê kir.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera înternetê ya fermî ya Barzanî li Qesra Serokwezîriyê ya li Hewlêrê digel karsazên Batmanî û Diyarbekirî yên ku bi mebesta serdanan hatine Herêma Kurdistanê civiya û gotûbêj li ser bazirganiya digel herêmê kir.

Barzanî dupatî li piştevaniya xwe ya ji bo geşepêdana bazirganiyê digel Tirkiyeyê kir û derbarê geşepêdana têkiliyan digel Tirkiyeyê di hemî waran de hêviyên xwe anîn ziman.

Barzanî destnîşan kir ku hikûmeta Tirkiyeyê gelê wê di rojên dijwar de ti carî alîkarî û piştevaniya xwe nebiriye û ji ber vê sipasiya hikûmet û gelê Tirkiyeyê kir.

Heyeta karsazan jî bal kişand ser hewlên geşepêdana têkiliyên bazirganî yên di navbera Tirkiyeyê û HKIYê de û tekezî li wê yekê kirin dê hewla vejandina têkiliyên digel HKIyê bidin.

Heyetê di mijara bilindkirina qebareya bazirganiyê digel HKIyê de, pêşniyaz kirin ku navendeke bazirganiyê ya mayinde li Herêma Kurdistanê bê vekirin.

Serqonsolê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay, Serokê Lijneya Rêveberiyê yê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê yê Batmanê (BATSO), Serokê Lijneya Rêveberiyê yê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê yê Diyarbekirê (DTSO) Mehmet Kaya jî beşdarî civînê bûn.

Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê yên Batman û Diyarbekirê duh digel Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê peymana hevkariyê îmza kiribûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE