Barzanî êrîşa Îranê ya li Hewlêrê şermezar kir

Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî êrîşa hêzên Îranê yên ser kampeke PDKÎyê yên li Hewlêrê şermezar kir

Barzanî êrîşa Îranê ya li Hewlêrê şermezar kir

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê yê berê û Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî êrîşa hêzên Îranê yên ser kampeke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) şermezar kir.

Di daxuyaniya ku ji ser malpera fermî ya Barzanî hat dayîn de Barzanî diyar kir ku ji ber kesên ku di êrîşên li navçeya Koysancaqê mirin û birîndar bûn xemgîn e.

Barzanî destnîşan kir ku divê Herêma Kurdistanê nebe sehaya berberiyan û got ku "Li pêşiya herêmê hin pirsgirêk û tehdît hene. Ez bangî hemû aliyan dikim ku pirsgirêkan bi awayekî aştiyane çareser bikin."

Di êrîşa ku hêzên Îranê dora nîvor bir ser kampeke PDKÎyê ya li Koysancaqa navçeya Hewlêrê de kesên payebilind jî di nav de 12 PDKÎyî miribûn, ji 30yî zêdetir kes birîndar bibûn.

Televîzyona dewletê ya Îranê dîmenên êrîşê weşandibûn û îlan kiribû ku Artêşa Mihafizên Şoreşê bi 5 fuzeyan êrîşî navenda PDKÎyê kir.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2018, 14:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE