Barzanî naxwaze ku hilbijartinên HKIyê bên taloqkirin

"Şûna ku em taloqkirina hilbijartinan bifikirin divê em bifikirin ka em çawa dikarin ku hilbijartinan bi awayekî paqij, bêpirsgirêk û zelal bikin"

Barzanî naxwaze ku hilbijartinên HKIyê bên taloqkirin

Serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê(HKI) û Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî eşkere kir naxwazin ku hilbijartinên parlementeriyên yên ku di 30yê îlonê de bê kirin bên taloqkirin, dixwazin ku hilbijartin di wextê de bên kirin.

Barzanî ji ber 72yemîn salvegera PDKê di bernameya ku li Hewlêrê hat lidarxistin de axivî û der barê gotûbêjên taloqkirina hilbijartinên herêma Kurdistanê û xebatên avakirina hikûmetê ya li Bexdayê de nirxandin kirin.

Barzanî ji bo ku di hilbijartinan de pirsgirêk dernekeve di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) bangî saziyên navneteweyî kir ku di hilbijartinan de bibin çavdêr û got ku "Şûna ku em taloqkirina hilbijartinan bifikirin divê em bifikirin ka em çawa dikarin ku hilbijartinan bi awayekî paqij, bêpirsgirêk û zelal bikin."

Barzanî qala îdiayên hîle û şaîbeyê yên hilbijartinên ku di 12ê adarê de li Iraqê hat kirin kir û got hêvî dikim ku di hilbijartinên Herêma Kurdistanê de heman fikare çênebe û girîngiyê didinê ku piştî hilbijartinê hikûmetekî hêzdar bê avakirin.

Barzanî bangî hemû partiyên li Herêma Kurdistanê kir û got ku divê hilbijartin di wextê de bên kirin û dubare kir ku wek PDK bi tu awayî naxwazin ku hilbijartin bên taloqkirin.

Barzanî diyar kir ku dê wek PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi ajanda û heyeteke hevpar tevî xebatên avakirina hikûmeta nû ya li Iraqê bibin û got ku "Ez ji vir bangî hemû aliyan dikim ku li Bexdayê bi hev re bin. Ev mijareke neteweyî ye û dahatûya me hemûyan eleqedar dike."

Dîroka nûkirinê: 17 Tebax 2018, 09:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE