Barzanî û McGurk li ser hewildanên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê axivîn

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî û Brett McGurkê Nûnerê Taybet ê Têkoşîna DEAŞê yê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê li ser hewildanên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê axivîn.

Hevdîtin li Hewlêrê di avahiya serokwezîriyê da bêyî çapemeniyê hat kirin û Barzanî bi McGurkê Nûnerê Taybet ê Têkoşîna DEAŞê yê Trump, Balyozê Bexdayê yê Amerîkayê Douglas Silliman û heyeta pê ra hevdîtin kir.

Li gor daxuyaniya ku ji ofîsa Barzanî hat dayîn, geşedanên dawîn ên li Iraqê di serî da, li ser hewildanên avakirina hikûmetê sekinîn.

Hat gotin, di hevdîtinê da ziyareta ku aliyên siyasî yên Iraqê li Hewlêrê kirin jî hat rojevê.

Duh ji koalîsyona Saîrunê ya Muqteda es-Sedr, ji koalîsyona Nasrê ya Serokwezîr Heyder el Îbadî, ji kolîsyona Hikûmeta Neteweyî ya Ammar el-Hekîmê serokê şîeyan û ji koalîsyona Wataniyeyê ya Iyad Ellawiyê Serokwezîrê berê heyetek bi Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî ra li ser koalîsyona meclisa herî mezin hevdîtin kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Tebax 2018, 09:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE