Barzani:Ji bo rewşa Şengalê divê çareseriyek bê dîtin

"Hebûna komên çekdar ên li wê herêmê (Şengal) divê rê li ber vegera gelê Şengalê û birina xizmetê ya li wir negre."

Barzani:Ji bo rewşa Şengalê divê çareseriyek bê dîtin

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî bal kişand PKKya rêxistina terorê ya li Şengala navçeya Mûsilê bi cih bûye û wiha got: "Hebûna komên çekdar ên li wê herêmê (Şengal) divê rê li ber vegera gelê Şengalê û birina xizmetê ya li wir negre."

Barzanî li bajarê Duhokê beşdarî merasima salvegera 5emîna êrîşa DEAŞa rêxistina terorê ya li hemberî Êzdiyan a li Şengalê bû û li wir axivî.

Barzanî got Şengal bi destê Pêşmergeyan hat xilaskirin û ji DEAŞê hat paqijkirin, lê ji ber ku hê ji nû va nehatiye avakirin Êzdiyên terka herêma xwe kirine nikarin vegerin û li Duhokê di konbajaran da dijîn.

Barzanî navê PKKya rêxistina terorê negot, lê behsa hebûna wê ya li Şengalê kir û wiha axivî: "Hebûna komên çekdar ên li wê herêmê (Şengal) divê rê li ber vegera gelê Şengalê û birina xizmetê ya li wir negre. Ji bo rewşa Şengalê divê çareseriyek bê dîtin."

Barzanî got ji bo Şengal bibe bajêr û ji budçeya sala 2020an a Iraqê para xwe hilde ewê xebatên xwe bidomînin.

80 gorên komî yên Êzdiyan hatin dîtin

Barzanî got ji ber êrîşa DEAŞê ya 3yê Tebaxa 2014an li Şengalê heta niha 80 gorên komî yên Êzdiyan hatine dîtin û wiha dewam kir: "360 hezar Êzdî ji cihên xwe hatin qewirandin, ji 100 hezarî zêdetir neçarê koça dervayî welêt man."

Ji bo xilaskirina kesên di destê DEAŞê da Barzanî got çi ji destê wan bê ewê bikin û wiha pê da çû: "Heta niha 2 hezar û 225 jinên Êzdî û hezar û 284 mêr hatine xilaskirin. Lê hê jî aqûbeta hezar û 323 jin û 585 hezar mêrên Êzdî nayê zanîn. 

Meclisa Herêma Kurdistana Iraqê duh bi yekdengî 3yê Tebaxê wek "Roja Komkujiya Êzdiyan" qebûl kiribû.

DEAŞa rêxistina terorê di 3yê Tebaxa 2014an da êrîşî Şengalê kiribû. Di nav da jin û zarok bi hezaran kes hatibûn kuştin û dîl hatibûn girtin.

Li Iraqê di nav komên dînî yên qedîm da Êzdî jî hene. Beriya êrîşa DEAŞê Êzdî li Şengala navçeya Mûsilê û hin herêmên cuda ên li bajarê Duhokê dijiyan. Piştî êrîşên rêxistinê gelek Êzdî mecbur man ku li Duhokê di konbajaran da bijîn. Qismeke Êzdiyan jî li konbajarên Tirkiyeyê hatibûn bicihkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE