Bax û baxçeyên li Efrînê

Cotkarên Efrînê dest bi dermankirina dar û zeviyên xwe kirin

Bax û baxçeyên li Efrînê

Li Efrînê piştî ku bihar hat û daran kulîlk vekir, cotkar jî dar û zeviyan derman dikin û amadehiya havînê dikin. A niha li bax û bexçeyên Efrînê xebateke têr û tijî dest pê kiriye.

Cotkarên Efrînê dest bi dermankirina dar û zeviyan kirin.

Efrîn wekî tê zanîn bajarê çandiniyê ye û piraniya gel jî debara xwe bi çandiniyê dike.

Efrîn jî ne tenê bi zeytûnan tê naskirin her wiha bi fêkiyên xwe jî navdar e.

Li Efrînê fêkiyên wekî sêv, hinar, xox, mişmiş û alûçe jî tên gihandin.

Dar û zeviyên fêkiyan êdî bişkivîn û niha jî xizmeta kontrol û dermankirinê jê re lazim e.

Cotkar her sal di vê demê de zeviyan derman dikin ku berên wan nexweş nebin û kurm lê nekeve.

Cotkar îsal pir hêvîdar in ku darên fêkiyan berekî baş û rind bide.

Ji hêlekê ve ew dibêjin par ji ber ku rê hemû girtîbûn û fêkiyên bajêr dernediketin derve, wan zirar kiriye .

Dîroka nûkirinê: 30 Nîsan 2019, 10:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE