Serokê Amerîkayê Joe Bîden û Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hemad Al Sanî li Qesra Sipî hatin ba hev û di hevdîtinê da li ser pêkanîna ewlehiya çavkaniyên vejena kurewî , Efxanistanê û gelek mijarê herêmê hat axaftin.
Qesra Sipî der barê hevdîtina Bîden û Al Sanî da daxuyaniya nivîskî da.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku herdu serokan pêkanîna ewlehiya çavkaniyên vejena kurewî, piştgiriya gelê Efxanistanê, zêdekirina veberhênan û bazirganiyê nirxandin û mitabiq man.
Di daxuyaniyê da bal kişandin ku Boeînga saziya balafiran û Rêhewaya Qeterê peymana bi 20 milyar dolarî îmze kirin û herdu serok jî ji bo vê menûn bûn.
AA