Bîden axaftina xwe ya serkeftinê kir

Joe Bîdenê ku wek serokê Amerîkayê hat hilbijartin axaftina xwe ya serkeftinê kir

Bîden axaftina xwe ya serkeftinê kir

 Joe Bidenê wek serokê Amerîkayê hat hilbijartin got: ''Ez sozê didim ku ezê bibim serokekî merivan ji hevdu venaqetîne, wan tîne bal hevdu."

Bîden axaftina xwe ya serkeftinê bi Kamala Harrîsa ku wek alîkara serok hat hilbijartin va li Wîlmîngtona bajarê eyaleta Delawareyê kir.

Bîden bangî gel kir û got ew bişanaz e ku gel baweriya xwe bi wî aniye û ew hatiye hilbijartin.

Bîden wiha axivî: ''Ez sozê didim ku ezê bibim serokekî merivan ji hevdu venaqetîne, wan tîne bal hevdu. Ezê bibim serokekî ku welêt ji eyaletên sor û hêşîn pêk tê dibîne na, wek Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê dibîne. Ez xeyalşikestiya kesên ray dane Serok Trump fêm dikim. Ez jî du caran têk çûm, lê niha em şans û derfetê bidin hevdu. Dem niha ew dem e ku em gotinên hişk li aliyekî bihêlin, rageşiyê kêm bikin, hevdu guhdar bikin. Em mecbur in ku dev ji wê tevgera ku reqîbên xwe wek dijmin dibîne berdin, ew ne dijminên me ne, ew Amerîkî ne."

Bîden got dem hatiye ku ew Amerîkayê pêşva bibin, aboriyê baş bikin, li hemberî vîrusa koronayê têbikoşin, koka nijadperestiyê ya bi rêk û pêk tê kirin bînin û li hemberî guherîna avûhewayê bixebitin.

Bîden anî ziman ji bo têkoşîna li hemberî şewbê baş bê kirin ewê roja duşemê ekîbeke ku ji zanyar û pisporên baş pêk tê ava bike ku ev ekîb plana têkoşîna dijî şewbê di 20ê Çileya Paşîn a 2021î da bikin rewacê.

Kamala Harrîsa wek alîkara serok hat hilbijartin jî got gel yekîtiyê, rastiyê û zanistê hilbijart û ewê bi hevra dahatûyeke baştir ava bikin.

Harrîsê got Amerîkayê dest ni rojeke nû kir û wiha axivî: "Dibe ku ez bibim jina ewil a ku hat li ser vê wezîfeyê, lê ezê nebin ya dawîn."

Harrîsê got rêya li ber wan ne hêsan e û wiha dewam kir: "Me serokekî dinya wê rêzê nîşan bide hilbijart."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE