Bîden dê li Qesra Spî mazûvaniya Al Saniyê Mîrê Qeterê bike

Bîdenê di 31ê rêbendanê da li Qesra Spî mazûvaniya Al Saniyê Mîrê Qeterê bike

Bîden dê li Qesra Spî mazûvaniya Al Saniyê Mîrê Qeterê bike

Serokê Amerîkayê Joe Bîdenê di 31ê rêbendanê da li Qesra Spî mazûvaniya Şêx Temîm bîn Hemad Al Saniyê Mîrê Qeterê bike û pê ra li ser mijarên dualî û herêmî biaxive.

Berdevka Qesra Sipî Jen Psakiyê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku Bîden li benda Şêx Saniye ku di 31ê rêbendanê da li Qesra Sipî mazûvaniya wî bike.

Psakiyê diyar kir ku Bîden û Al Sanî ew ê li gelek mijarên herêmî û dualî biaxivin, di nav mijaran da zêdekirina refah û ewlehiya Kendavê û Rojhilata Navîn, pêkanîna îstiqrara çavkaniyên vejenê yên kurewî, piştgirîdayîna gelê Efxanistanê, zêdekirina hevkarî û bazirganiya Amerîka û Qeterê hene.

Psakiyê di daxuyaniyê da wiha got: "Bîdenê ji bo pêkanîna derbasbûna bi ewle ya welatiyên Amerîkayê û hevkarên Efxan ên wan ji Al Sanî ra spas bike."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE