Bîden diyar kir, heke Ukraynayê dagir bike dibe ku li dijî Putîn ambargoyê bisepîne

Bîden diyar kir, heke Ukraynayê dagir bike dibe ku li dijî Putîn ambargoyê bisepîne

Serokê Amerîkayê Joe Bîden diyar kir, heke Ukraynayê dagir bike, dibe ku ew li dijî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn ambargoyê bisepîne.

Bîden li paytext Washingtonê di ziyareta xwe ya bo kargeheke piçûk da bersiv da pirsên rojnamegeran.

Ji bo pirsa rojnamegerekî ya "Heke Ukraynayê dagir bike, hûn dê li dijî Putîn ambargoyê bisepînin?", Bîden got, "Erê."

Bîden diyar kir, ji bo parastina welatên baskên rojhilatê yê NATOyê 8 hezar û 500 eskerên Amerîkayê di amade da ne, beşeke van eskeran dibe ku di demeke nêzîk da biçin Ewropayê û wiha got, "Pêwîst nake ku tu welatekî NATOyê bitirse, wekî NATO em ê biçin û wan biparêzin."

Bîden got, dagiriyeke muhtemel a Ukraynayê dê ji bo Rûsyayê encamên ekonomîk bi xwe ra bîne û wiha got, "Planeke me ye wisa tuneye ku em eskerên Amerîkan an jî yên NATOyê li Ukraynayê bi cih bikin."

Bîden diyar kir ku wî hişyarî da Putîn û wiha got, "Min jê ra got, heke tu bi wan hemû eskerên ku te li ser sînor bi cih kiriye va bikevî Ukraynayê, ev dê bibe dagiriya herî mezin a ji Şerê Dinyayê yê 2yemîn vir va. Ev rewş dê hemû dinyayê biguherîne."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE