Bîden diyar kir ku serokê DEAŞê li Sûriyeyê kuştin

Serokê Amerîkayê Joe Biden got ku ew ê di vê mijarê da daxuyaniyê bide.

Bîden diyar kir ku serokê DEAŞê li Sûriyeyê kuştin

Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir ku Ebû Îbrahîm el Haşîmî el Qureyşiyê serokê DEAŞê li Sûriyeyê bi operasyonê kuştin.

Biden di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got, "Duh bi şev bi telîmata min hêzên Amerîkayê yên li bakurê rojavayê Sûriyeyê ji bo parastina gelê Amerîkayê û mitefiqên me û her wiha ji bo ku dinya bibe ciyekî ewletir, operasyoneke serkeftî ya dijî terorê kirin. Bi saya şiyan û cesareta hêzên me yên çekdar me Ebû Îbrahîm el Haşîmî el Qureyşiyê serokê DEAŞê ji holê rakir."

Biden got ku ew ê di vê mijarê da daxuyaniyê bide.

"Haşîmî ji bo xwe bikuje bombe teqand"

Wekî mayîn rayedarekê payebilind ê Konseya Ewlekariya Neteweyî yê nexwest navê xwe bêje daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku Haşîmî ji bo xwe û malbata xwe bikuje bombe teqand.

Rayedar di daxuyaniyê da got, "Di serê operasyonê da terorîstê di hedefê da bombe teqand xwe û malbata xwe kuşt."

Wekî mayîn li gor îdiaya çavkaniyên herêmî di operasyonê da 6ê wan zarok, 4ê wan jin bi tevahî 13 kes hatin kuştin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE