Bîden, Herzogê Serokomarê Nû yê Îsraîlê pîroz kir

Bîdenê Serokê Amerîkayê her wisa daxuyaniyeke nivîskî jî belav kir û diyar kir, ji ber peywira wî ya nû, ew ji dil Herzog pîroz dike û wiha got, "Ez bawer im di serdema serokomariya wî da hevkariya Amerîka û Îsraîlê dê mezintir û kûrtir bibe."

Bîden, Herzogê Serokomarê Nû yê Îsraîlê pîroz kir

Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê peyama pîrozbahiyê ji Isaac Herzog ra şand ku nû wekî Serokomarê Îsraîlê hat hilbijartin. Biden di peyama xwe da bal kişand ku di serdema nû ya da jî peywendiyên nêzîk ên herdu welatan dê bidomin.

Bîdenê Serokê Amerîkayê her wisa daxuyaniyeke nivîskî jî belav kir û diyar kir, ji ber peywira wî ya nû, ew ji dil Herzog pîroz dike û wiha got, "Ez bawer im di serdema serokomariya wî da hevkariya Amerîka û Îsraîlê dê mezintir û kûrtir bibe."

Biden her wisa sipasiya Serokomarê niha yê Îsraîlê Reuven Rivlin jî kir ku peywira wî dê 9ê Tîrmehê bi dawî bibe.

Li Îsraîlê parlamenter ji bo ku şûna Serokomar Reuevn Rîvlînê wê di 9ê tîrmehê da wezîfeya wî dawî dibe serokomarekî nû hilbijêrin duh civiyabûn.

Ji bo serokomariyê Isaac Herzogê Serokê Giştî yê Partiya Karkeran ê berê û Miriam Peretza aktivîsta siyonîst ya li Fasê hatiye dinyayê bûn namzed.

Di tura ewil da Herzog ji 120 parlamenteran raya 87 kesan, Peretzê jî raya 27 kesan hildabûn. Bi vî awayî Herzog bûbû Serokomarê 11emîn ê welêt.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE