Bîden li Qesra Sipî bi serokên Efxanistanê ra hat ba hev

Bîdenê Serokê Amerîkayê li Qesra Sipî bi serokên Efxanistanê ra hat ba hev

Bîden li Qesra Sipî bi serokên Efxanistanê ra hat ba hev

Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê li Qesra Sipî bi Eşref Xeniyê Serokomarê Efxanistanê, Ebdilah Ebdilahê Serokê Konseya Bilind a Lihevkirinê ya Efxanistanê ra hat ba hev û di civînê da diyar kir ku ew ê piştgiriya însanî, dîplomatîk û ewlekariyê bidomînin.

Amerîka xwe amade dike ku hemû eskerên xwe yê li Efxansitanê vekişîne, Bîden bi Xenî û Ebdilah ra li ser pêşeroja Efxanistanê axivî.

Beriya civîna ji çapemeniyê ra girtî dewam kir Bîden diyar kir ku Amerîkayê piştgiriya dîplomatîk a dide Efxanistanê bidomîne.

Piştî civînê Qesra Sipî daxuyanî da û di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Amerîkayê piştgiriya ewlekarî, pêşketin û dîplomatîk a dide Efxanistanê bidomîne.

Di daxuyaniyê da bal kişandin ser zêdebûna Kovîd-19ê ya li Efxanistanê û hat gotin ku Amerîkayê 3 milyon doz aşiya Johnson and Johnsonê bibexşîne Efxanistanê û ji bo sewqiyatê amadehî tên kirin.

Dîsa hat gotin ku Amerîkayê ji bo têkoşîna dijî nexweşiyê 266 milyon dolar alîkariyê bide Efxanistanê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE