Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron der barê Rûsyaya li ser sînorê Ukraynayê eskeran bi cih dike da axivîn.
Li gor daxuyaniya Qesra Spî, herdu serok der barê Rûsyaya ku li ser sînorê Ukraynayê eskeran bi cih dike û gavên dijî Rûsyayê yên dîplomatîk da axivîn.
Di daxuyaniyê da hat gotin serok piştgiriyê didin yekîtiya axa Ukraynayê û ew ê bi Ukrayna û mitefîqên wê ra şewrê bidomînin.
AA