Serokê Amerîkayê Joe Bîden piştî ku wek serok dest bi wezîfeyê kir cara ewile bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ra hevdîtin kir û di hevdîtinê da ew li ser mijara şirîkatiya Amerîka û Îsraîlê sekinîn û pêvajoya asayîbûnê ya Îsraîlê ya bi welatên Ereban ra jî qisekirin.
Qesra Spî der barê hevdîtina ku Bîden û Netanyahu bi têlefonê kirin da daxuyanî weşand.
Li gor daxuyaniyê Bîden di axaftinê da got ku ew "di mijara ewlehiya bo Îsraîlê xala serekeye da xesas in" û ragihand ku hevkariya di qada parastinê da jî tev ew xwedî niyet in ku hemû şirîkatiyên di navbera Amerîk û Îsraîlê da xurt bikin.
Herdu lîderan bal kişandin ser mijarên ewlehiya herêmê ya digel Îranê, piştevaniya di nav herdu welatan da û girîngiya şêwra bihev kirinê.AA