Bîden wê îro ji bo Ukraynayê alîkariya eskerî ya 700 milyon dolarî eşkere bike

Bîden wê îro ji bo Ukraynayê alîkariya eskerî ya 700 milyon dolarî eşkere bike

Serokê Amerîkayê Joe Bîden wê îro ji bo Ukraynayê pakêta alîkariya nû ya eskerî ya 700 milyon dolarî eşkere bike, di vê çarçoveyê da pergala moşekan a bi navê "Pergala Moşekan a Topvan a Performansa wê Zêde (HIMARS)" wê ji Ukraynayê ra bê şandin.

Rayedarekî Qesra Spî yê payebilind yê nexwest navê wî bê eşkerekirin der barê pakêta alîkariya eskerî ya nû da daxuyanî da rojnamevanan.

Rayedar daxuyand Bîden wê di nav rojê da ji bo Ukraynayê pakêta alîkariya nû ya eskerî ya 700 milyon dolarî eşkere bike, di pakêtê da pergala moşekan HIMARS jî hene.

Rayedar got HIMARS dikarin êrîşî qasî 65 kîlomêtre dûr bikin, lê wan ji Ukraynayê soz hildaye ku ewê ji bo êrîşî axa Rûsyayê neyên bikaranîn.

Serokê Amerîkayê Joe Bîden di 30yê gulanê da daxuyandibû ku Amerîka wê pergala moşekan a ku dikare heta bigihêje Rûsyayê bê bikaranîn neşîne Ukraynayê, lê îro jî di maqaleyekê da nivîsand ku wî biryar daye ji Ukraynayê ra pergala moşekan a pêşvaçûyî bişîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE