Bîden: "Wezareta Parastinê pêvajoya derbasbûnê ya pêşengiya siyasî asteng dike"

Biden li Delawareyê daxuyanî da û diyar kir, bi taybetî Wezareta Parastinê pêvajoya derbasbûnê ya pêşengiya siyasî asteng dike.

Bîden: "Wezareta Parastinê pêvajoya derbasbûnê ya pêşengiya siyasî asteng dike"

Bidenê ku wek serokê Amerîkayê hat hilbijartin, rêvebiriya Trump sûcdar kir ku di pêvajoya derbasbûnê da ji wî û ekîba wî ra tengasiyê derdixe û wiha got: "Gelek saziyên ku seba ewlehiya Amerîkayê girîng in, zirareke mezin dîtin û hatin pûçkirin."

Biden li Delawareyê daxuyanî da û diyar kir, bi taybetî Wezareta Parastinê pêvajoya derbasbûnê ya pêşengiya siyasî asteng dike.

Biden daxuyand ku di rêvebiriya Trump di pêvajoya derbasbûnê da ji wî û ekîba wî ra astengiyan derdixe û wiha got: "Gelek saziyên ku seba ewlehiya Amerîkayê girîng in, zirareke mezin dîtin û hatin pûçkirin."

Biden îdia kir ku di qadên ewlehiyê da ji wan ra agahiyên girîng lazim in, lê rêvebiriya Trump agahî nedan û diyar kir, derengmayînên bi vî rengî wê bibin sedem ku dijminnên Amerîkayê ji zeafiyeta ewlehiyê sûd werbigirin.

Biden diyar kir, ji bo ku hikûmeta Çînê di binpêkirinên xwe yên warê bazirganî û teknolojî, mafên mirovan û qadên din da bibe berpirsiyar, divê Amerîka bi şirîk û mitefîqên xwe ra koalîsyonê ava bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE