Li gor xebera BNAya ajansa nûçeyan a Behreynê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê bi Hamad bîn Îsa Al Xelîfeyê Qralê Behreynê û Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê ra li ser têlefonê axivî.
Di xeberê da wiha hat gotin: "Li hev kirin ku di navbera Behreynê û Îsraîlê da têkiliyên dîplomatîk werin danîn."
Hat ragihandin ku Trump Behreyn dawetî merasima peymana normalbûnê ya navbera Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb û Îsraîlê kir ku 15ê îlonê li Qesra Sipî were îmzekirin.
Hat gotin ku Hamadê Qralê Behreynê jî dawet qabûl kir û Ebdiletîf bîn Reşîd ez-Zeyaniyê Wezîrê Karên Derva wezîfedar kir.
Qral Hamad got ku "li gor hiqûqa navneteweyî û çareseriya dudewletî aştiyeke adil û berfireh lazim dike".
Misrê di sala 1979an da, Urdunê di sala 1994an da û MYEyê di 13ê tebaxê da peymana normalbûnê bi Îsraîlê ra çêkiribûn û Behreyn jî bû welatê 4an ê peymanê çêdike.AA