Belgeyên der barê ezilkirina Trump da tên weşandin

Meclisa Nûneran a Amerîkayê du îfadeyên der barê lêpirsîna ezilkirina Serokê Amerîkayê Donald Trump weşand.

Belgeyên der barê ezilkirina Trump da tên weşandin

Meclisa Nûneran a Amerîkayê îfadeyên Balyoza Kîevê ya Amerîkayê ya berê Marîe Yovanovîtch û Şêwirmendê Wezareta Karên Derva yê berê Mîchael McKînley weşand

Komîteya Îstixbaratê ya Meclisa Nûneran û Komîteya Karên Derva û Kontrolê daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Komîteyan daxuyand di çarçoveya lêpirsîna ezilkirina Trump da wan îfadeya Balyoza Kîevê ya Amerîkayê ya berê Marîe Yovanovîtch û Şêwirmendê Wezareta Karên Derva yê berê Mîchael McKînley hat weşandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ev lêpirsîn hêdî hêdî ber bi çavê raya giştî wê bê meşandin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Gelê Amerîkayê delîlên ji hêla komîteyê va hatine komkirin wê bibine. Di îfadeyên tên dayîn da tê dîtin ku Trump ji bo berjewendiyên siyasî hêza desthilatiyê çawa bi kar tîne."

- Lêpirsîna der barê ezilkirina Donald da

Serokê Amerîkayê Donald Trump di meha tîrmehê da bi Serokê Ukraynayê Vladîmît Zelenskiy ra li ser telefonê axivîbû. 

Hatibû îdiakirin ku Trump di peywendiya bi têlefonê ya bi Zelenskiy da ji vî welatî xwest ku der barê Joe Bidenê namzedê serokatiyê yê ku reqîbê wî ye û malbata wî da lêpirsînê veke, heke ew lêpirsînê vekin ew ê alîkariyê bide Ukraynayê. 

Li ser van îdiayan Demokratan lêpirsîna ezilkirinê dabûn destpêkirin, Trump jî li ser van îdiayan gotibû ku xeberdana wî û Zelenskiy bi temamî li gor usûl û qaîdeyan bû.

Herwiha li gorî çapemeniya Amerîkayê, Trump beriya axaftina têlefonê alîkariya bi 400 milyon dolarî ya ji bo Ukraynayê dabû sekinandin ku ev balê dikşîne.

Qesra Spî jî qeyda axaftinê ya nivîskî parve kiribû û îdia kiribû ku eleqeya mijara alîkariyê û xeberdana têlefonê bi hev ra tuneye.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE