Berberê Kampa Penaberan

Huseynê 14 salî li kampê porê zarokan çêdike...

Berberê Kampa Penaberan

Ji ber şerê navxweyî gelê Sûriyeyê xwe spartin cî û warên ewle. Nêzî 120 hezar penaber jî li Afrînê dımînın. Zarokekî 14 salî yê bi navê Huseyîn, li kampa penaberan digere û porê penaberan çêdike. Huseyn ji kesên ku derfetê wan tune ye pere jî nastîne.

Navî wî Huseyn Ebdulcewad el Setûfe ye, ji gûndê Eltelhiyeyê ye.

Biçûkatiya xwe de hînî berberiyê bûye.

Wî dixwest ku ji xwe re dikaneke berberiyê veke.

Lê ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê ew jî bû penaber û derfet nebû ku dikan veke.

Niha li Afrînê li kampa penaberan digere û porê wan çêdike.

Huseyîn ji kesên ku derfetên wan tune ye pere nastîne.

Berber Huseyîn got,“Ez tam hînî berberiyê bûm lê em ji ber şer, bombe û topbarana rejimê ji gundê xwe derketin. Min dixwast dikan vekira lê pêk nehat. Em niha di kon de dimînin. Ez serê sibê radibim dest bi karê xwe dikim heta danê dereng. Ez hêvî dikim ku welêt aram be em jî herin ser cî û warên xwe, ez jî ji xwe re dikanekê vekim.”

Huseyîn bi karê xwe yê berberiyê him debara malbata xwe dike him jî alîkarê hewcedaran dibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE